H’emû nûçeSereke

Pirsa vekirina korîdora kirîn-frotanê, ya Hindistan-Îran- Ermenîstanê tê gotûbêjkirinê: cîgirê wezîr

Pirsa vekirina korîdora kirîn-frotanê, ya Hindistan-Îran- Ermenîstanê tê gotûbêjkirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê êkonomîkayê Narêk Têryan gotîye rojnamevana.

“Gotûbêjkirin tevî hevkarên me bi formata sêalî tên kirinê. Hene bar, yên ku bi wê rêyê diçin. Feqet bona ku ew alî qewînbe, gelek tiştên kirinê pêwîstin”,-ewî gotîye.

Bi gotina wî, Hindistan Ermenîstanê çawa hevkara stratêjîye li herêmê hesab dike û ew yek nava gelek govekada tê kifşê, nava wanda usa jî nava govekên sîvîlda.

“Ermenîstan û Hindistan bi dîrokî nêzîkî hevin û hevva girêdayîne.Em dibînin wekî ji Hindistanê hatine Ermenîstanê. Xêncî wê yekê, nava du salên dawîda gelek meriv ji Hindistanê hatine vir û li vir dixebitin”,- cîgirê wezîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî niha hevdîtinên bona gotûbêjkirina pirsê tên pêkanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button