Nûnerê sîyaseta derve ya Yekîtîya Avropayê Pîtêr Stano ji “Îzvêstîyayê” re got, Ermenîstan dikare ji bo endamtîyê berbirî Yekîtîya Avropayê bibe.
“Mafê welatan heye ku ji bo pêşerojeke baştir ji bo gelê xwe hewl bidin. Ew azad in ku biryar bidin ka dê çawa pêşerojek weha mîsoger bikin. Ji bo endametîya Yekîtîya Avropayê jî divê her welatekî Avropayê, gel û hukumeta wê biryarê bide ka ew dixwaze berbirî endamtîya Yekîtîya Avropayê bibe yan na”.
Stano bîr anîye ku gava welat endametîya Yekîtîya Avropayê dike, ji alîyê welatên endam ve tê nîqaşkirin û piştre “Li ser bingeha peymanên Yekîtîya Avropayê û pîvanên hatine destnîşankirin” biryareke guncawe didin.