Rûsîya û beşeke Rojavayê zûva qayîl bûne ku Ermenîstanê bona Adirbêcanê bikine qurbanî: pispor

Rûsîya û beşeke Rojavayê zûva qayîl bûne ku Ermenîstanê bona Adirbêcanê bikine qurbanî. Derheqa wê yekêda Armên Ayvazyanê sîyasî gotîye News.am ê.
Ewî gotîye,wekî Rûsîya elam dike, ku wê garantîya nede Yêrêvanê. Rûsîya herroj derheqa piştgirîya hindava Adirbêcanê elam dike, lê Rojava jî dibêje,wekî wê garantîya nede Ermenîstanê. Bi gotina pispor bi vî cûreyî li ser Ermenîstanê hukum didine xebatê.
Ewî bangî piştgirên rûsa û Rojavayê kirîye,wekî civaka Ermenîstanê nevêjin nava şaşîyê. “Çend roj berî paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, li Stembolê hevdîtina wekîlên Rûsîyayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê pêk hat.Tiştê femdarîye,wekî alîyê tirka jî beşdarî hevdîtinê dibû”,-sîyasîzan gotîye.
“Gerekê ber Adirbêcanê danexön û gerekê tevî Îranê qayîlnivîsarê morkin û bi hevra telîma mîyaserkin. Heger pêwîstî hebe, wî çaxî dikarin hinek parleþkerên îranî li Syûnîkê cîhwarkin”,-Armên Ayvazyan gotîye.







