H’emû nûçeSereke
Vîdyoya strana Eurovizionê ya Ermenîstanê nava 24 sehetan sînorê nîv mîlyon temaşeyî derbaz bû /vîdyo/
Tenê nava 24 sehetan de klîpa strana “Jako” ya dêlêgasîya ermenî ya koma “Ladanîva” ya di pêşbirka strana “Eurovizion 2024” de sînorê nîv mîlyon temaşeyî derbaz bû.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, derheqa wê yekêda rûpela fermî ya Facebookê ya “Ermenistan li Eurovizion” ê elam dike.
Pêşbirka “Eurovizion 2024” wê rojên 7, 9 û 11 ê gulanê li bajarê Swêdêyî Malmyoyê pêk bê. Koma “Ladanîva” wê Ermenîstanê raber bike.
Damezrênerên koma “Ladanîva” solîst Jaklîn Baxdasaryan û Lûî Tomas in. Endamên fransî yên din yên komê bi rêkûpêk diguhezin. “Ladanîva” heta îro bi nêzîkatîyeke balkêş û bêhempa “Wek bayê”, “Vay aman”, “Ez ê li ber bayê çîyayan bimirim” û stranên din yên ermenî raberî mûzîkhiza kirine.