Bi gotina Mîrzoyan, pirsek heye, dora kîjanê Ermenîstan û Adirbêcan bona qayîlîyê gelekî nêzîkin

Niha sînorê hêna Yekîtîya Sovyêtê, yê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê bona hîmê dîyarkirina sînora bona herdu alîya diha nêzîke, ne ku mehekê pêşda.Bi gotina wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan, alî gelekî nêzîkî wê pirsê bûne û dikarin bighîjine qayîlîyê.
“Bi fikira me, naskirina yekîtîya têrîtorîyayên hevdu û pêvajoya dîyarkirina sînora gerekê li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayê bibe.Ew yek dide kifşê, wekî ew sînorên ku wextê hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê hebûn, gerekê li ser erdê bêne dîyarkirinê”,- Mîrzoyan gotîye.
Wezîr gotîye,wekî hevkarên mayîn jî wê yekêra qayîlin, lê alîyê ermenî guman nîne wekî Adirbêcan wê yekê qebûl dike.
Mîrzoyan bîr anîye,wekî alîyê azêrîya sala 1991 ê dokûmênta Alma Atayê îmze kirîye û ermenî bîr tînin wekî serokê Adirbêcanê wî çaxî ew dokûmênt qebûl kirîye û paşê cotmeha sala 2022 a li Prahayê ew yek bi elametîya çaralî hatîye qebûlkirinê. Ew yek usa jî gulana sala 2023 a li Bryûsêlê hatîye qebûlkirinê.
Mîrzoyan gotîye,wekî mixabin li Adirbêcanê carina tabîyên cuda-cuda didine kifşê.







