Em ewlehkarîya Ermenîstanê dixwezin: Mîrzoyan derheqa pêwandîyên tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv xeberdaye

Komara Ermenîstanê bi berjewandîyên dewleta xwe pêşda diçe û ewlehkarîya xwe dixweze. “Armênprês” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstankyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.
“Em ji tu kesî tu tiştî naxwezin.Em bi berjewandîya Komara Ermenîstanê tên rêberkirinê û em ewlehkarîya welatê xwe dixwezin û bona wê yekê jî em bûne endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv.
Em ji organîzeyê tenê ewlehkarîya sînorên xwe dixwezin”,- Mîrzoyan gotîye,
Bi gotina wî, dema ku êrîş anîne ser axa Ermenîstanêye serbixwe, Ermenîstan berbirî organîzeyê bûye û daye dîyarkirinê,wekî sînorên wê teribandine.
“Heger bi rîya edil nehata stendinê, ku êrîş bidana sekinandinê, wî çaxî endamên wê yekîtîyê borcdar bûn bi rîya leşkerî piştgirî bidana.Em hêvîdar bûn, wekî tifaqdarên me wê qebûlbin ku êrîş anîbûn ser sînorên me”,- Mîrzoyan gotîye.







