H’emû nûçeSereke
Kûrbûna pêwandîyên Yekîtîya Avropayêye tevî Ermenîstanê dijî Rûsîyayê nîne: wezîrê karên der
Kûrbûna pêwandîyên Yekîtîya Avropayêye tevî Ermenîstanê dijî Rûsîyayê nîne.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wextê civîna komîsîya parlamêntê, ya pêwandîyên der gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa Lêvon Koçaryanê parlamêntvan daye, yê ku daye dîyarkirinê, wekî diqewime ew hevkarî dijî tifaqdara stratêjîye.
“Ez bi fermî elam dikim,wekî Komara Ermenîstanê nava tu progirameke usada tune, ya ku dijî welatekîye. Mesele, kûrbûna tevî Yekîtîya Avropayê dijî Rûsîyayê nîne, û merem tune ku wan pêwandîya xirabkin û ne jî dijî cînaraye”,- Mîrzoyan gotîye.
Ewî daye bawarkirinê,wekî kûrbûna pêwandîya tenê bona bilindkirina ewlehkarîya Ermenîstanêye û dijî tu kesî nîne.