H’emû nûçeSereke
Pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê ji dîyaloga sîyasî zêdetir pêşda çûne: wezîrê karên der

Sala derbazbûyî seredanên nevsên Fransîyayêy fermî, yên li Ermenîstanê gelek bûn.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
“Pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê cuda dibin. Sala derbazbûyî pênc hevdîtinên serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Fransîyayê pêk hatine.Usa jî seredanên nevsên Fransîyayêye fermî, yên li Ermenîstanê qewimîne.Vî alîda pêwandîyên me ji dîyaloga sîyasîye tradîsîyon zêdetirin”,- Mîrzoyan gotîye.
Serokê parlamênta Fransîyayê hatîye Ermenîstanê û ew seredan ya bi dereca serokê parlamêntê ya ewlin bû.Wezîrê Fransîyayêyî karên der nava salekêda du cara hatîye Ermenîstanê. Nava salêda usa jî seredanên wezîra pêk hatine.







