H’emû nûçeSereke
Bona me Yêrêvan çawa nava Hevalbendîya Welatên Serbestda usa jî li Qafqasîya Başûr rola taybet dilîze: wezîrê Qazaxstanêyî karên der

Qazaxstan û Ermenîstan ne tenê hevkarên nêzîkin, lê usa jî welatên hevkarin û me bi sedsala qîmetîyên qedirgirtinê û piştgirîyê xweyî kirine, nenihêrî wê yekê wekî ziman û dînên me cudane.Derheqa wê yekêda wezîrê Qazaxstanêyî karên der Mûrat Nûrtlêû wextê prêss-konfêransa tevî Ararat Mîrzoyan, gotîye.
“Bona me Yêrêvan çawa nava Hevalbendîya Welatên Serbestda usa jî li Qafqasîya Başûr rola taybet dilîze”,-ewî gotîye.
Wezîrê Qazaxstanê usa jî gotîye,wekî tabîyên Qazaxstanê û Ermenîstanê nava hinek pêvajoyên navneteweyîda nêzîkî hevin, lê gelek cara jî fikirên wan mînanî hevin.







