H’emû nûçeSereke

Ez bona fesala vî merivî şerm dikim: Marûkyan derheqa Şarl Mîşêlda

Piştî dûrketina ji qulixa baylozê Ermenîstanêyî karên taybet Êdmon Marûkyan dibêje,wekî ew  bona kirinên serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl şerm dike.

Mîkrobloga xweye X ê da Marûkyan bersiva nivîsara Mîşêl daye, ya derheqa hilbijartinên serokatîya Rûsîyayê.

“Serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl, girêdayî  destpêka hilbijartinên serokatîyêra, Vladîmîr Pûtîn pîroz kirîye û daye dîyarkirinê,wekî li wir opozîsîya tune, azayî tune û bijartin jî tune. Minê bersiva vê pîrozbahîya vî cûreyî neda, heger Şarl Mîşêl normên avropî bidana xebatê.

Hema wî Mîşêlî çend roj pêşda serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv pîroz kir û bona hilbijartina wî açixî jêra xwestin.

Tiştekî ecêbe wekî ji sala 2003 a da Elîyêv serokatîya Adirbêcanê ji bavê xwe stendîye û 21 salin ku ew serokatîyê dike û niha jî 92,05 selef deng berev kirine û cara pêncemîn derbazî ser qulixê bûye û wî cûreyî Mîşêl Elîyêv pîroz nake çawa ku Pûtîn pîroz kirîye. Li vir ew nabêje,wekî li Adirbêcanê opozîsîya, azayî, bijartin tune. Derheqa girtîyên sîyasî, pêpeskirinên mafên mêriv, girtinên rojnamevana û bilogêra, yên li Adirbêcanê navêje.

Ev herdu jî ji partîya lîbêral û dêmokratîne û ez bona kirinên wî merivî şerm dikim , çimkî vêderê praktîka dustandartê tê xebitandinê û ev meriv Yekîtîya Avropayê raber dike.

“Ez bona tiştekî şame,wekî wedê serkarîkirina vî merivê durû ser hevda tê û ez hêvîdarim,wekî pêşerojêda şuxulkarên anegor wê rêberîya Yekîtîya Avropayê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button