H’emû nûçeSereke

Mîrza Dînayî: derbarê berdana Rûbên Vardanyan   bi dadgeha mafên mirovan ya  Avropayê re xebateke cidî bê kirin

Girtina Rûbên Vardanyan zirareke mezin dide feraseta mafên mirovan. Rûbên Vardanyan ji bo cîhanê ne tenê kesayetek ermenî ye. Li ser vê yekê çalakvanê navdar yê mafên mirovan û xwedîyê xelata bi prêstîj ya mirovî “Avrora” Mîrza Dînayî ji Politik.am re ragîhand.

“Ew xêrxwazekî di asta navneteweyî de ye û bi xebata xwe ya bi dehan salan tê nasîn, ku digel malbata xwe kirîye, bêyî ku ev bernameyên xêrxwazîyê ji bo kê têne armanc kirin. Nûnerên gel û olên cuda bûne sûdmend ji bernameyên wî yên xêrxwazîyê. Me hêvî dikir ku dewleta Adirbêcanê Rûbên Vardanyan wek xwe bi nav neke. Ji bo civaka mirovahî ya cîhanê derbeke mezin bû. Ji ber wê jî ev yek bûye sedema nerazîbûna kesên ku bi mijarên mirovahî û mafên mirovan re mijûl dibin”,- parêzvanê mafên mirovan dîyar kirîye.

Bi fikira wî, sazîyên navneteweyî di derbarê Rûbên Vardanyan de xebatek têr nekir. “Ez wisa difikirim ku di derbarê Rûbên Vardanyan de divê em heta radeya herî zêde xebatên xwe xurtir bikin da ku serokatîya Adibêcanê mirovatîyê nîşan bide. Di vê wateyê de divê civaka mirovahî ya “Avrora” jî gelek tiştan bike û hin gav hatine avêtin. Me name şandin, me bang kir, lê em difikirin ku em dikarin û divê bêtir bikin, nemaze di warê sîyasî de. “Avrora” civakeke mirovahî ye. Em ne înîsîyatîveke sîyasî ne û di vî warî de gavên me zêdetir di warê sivîl de ne û di warê sîyasî de jî amûrên me ne pir in. Di vê wateyê de pêkhateyên sîyasî xwedî amûrên bi bandortir in. Ji alîyê bandorê li ser pêvajoyên sîyasî, ez difikirim ku divê bêtir kar ji hêla pêkhateyên navneteweyî yên wekî Yekîtîya Avropayê, encûmena Avropayê û her weha Neteweyên Yekbûyî ku wekî alagirên mafên mirovan tevdigerin, bêne kirin. Van avahîyan dikarin bandoreke girîng li ser pêvajoyê bikin. Divê li dadgeha mafên mirovan ya Avropayê xebatên cidî bên kirin. Weke ku min berê jî got, “Avrora” rêxistineke mirovahî ye.

Parêzvanê mafên mirovan her wiha dîyar kir ku dema bihîstîye ku Rûbên Vardanyan çi “sûc” tê kirin, ew şok bûye. “Min bi xwe  sala 2020 î seredana Arsaxê kir û bûm şedê xebata mezin ya ji bo alîkarîya gelê mexdûrên şer. Rûbên Vardanyan ji bo hewcedarîyên gelê xwe û têkoşîna jîyanê li wir bû. Rûbên Vardanyan ne ji bo dijminatîya azêrtyan li wir bû, ji ber ku hewcedarîya gelê wî bi alîkarîyê hebû. Ew sûcdarîya bêbingeh ya li dijî Rûbên Vardanyan tenê şermek e. Divê rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî bersivê bidin vê yekê û tiştên ku tên serê Rûbên Vardanyan bi dengekî bilind biaxivin. Belê, behsa wî dikin, behsa pêwîstîya berdana wî dikin, lê ev têrê nake”.

Parêzvanê mafên mirovan di bersiva vê pirsê de ku gelo ew ku bi serê Rûbên Vardanyan de hat, dikare bibe mînakek ku alîkarîyên mirovî yên ku li deverên cuda yên cîhanê kar dikin bibin armanca çewsandinê, got. “Erê, ew dikare bibe pêşnûmayeke pir neyînî, û xêrxwazên din jî dikarin bibin hedefên çewsandinê. Û eger kesên ku bi mafên mirovan re mijûl dibin li himber girtina kesekî wek Rûbên Vardanyan bêdeng bimînin, wê demê dê derkeve holê ku di warê parastina mafên mirovan de jî du standart hene. Ez Rûbên Vardanyan semboleke navneteweyî ya mirovahiyê dibînim û divê hemû kesên ku bi mafên mirovan re mijûl dibin, ji Çînstanê heta Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, behsa Rûbên Vardanyan bikin. Em vê yekê jî ji bîr nekin ku li hember tiştên ku li Arsaxê qewimîn, mafên 100 hezar îrmeniyan hatin binpêkirin, bêmal man, bûn penaber. Bêdengî sûc e û yê bêdeng dibe hevkare. Ez bawer im Rûbên Vardanyan bi xwe jî hay ji xetera ku xwe pê re kirîye hebû, lê wî biryar da ku gelê xwe hewcedarê alîkarîyê nehêle. Xwe feda kir, ji bo edaleta ku pê bawer bû. Berî ku bê girtin dizanibû ku rewşa wî dê roj bi roj xerabtir bibe, lê biryar da ku li cem gelê xwe bimîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button