Bona Ermenîstanê pirsa prînsîpyale ku bi kîjan xerîta alî wê pêşda herin: Arsên Torosyan derheqa dîyarkirina sînorada

Bona Ermenîstanê pirsa prînsîpyale ku bi kîjan xerîta Ermenîstan û Adirbêcan wê pêşda herin.
Li gorî ragîhandlina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Arsên Torosyan gotîye.
Torosyan usa jî destpêbûna şuxulkarîya dîyarkirina sînora girîng hesab kirîye. Bi gotina wî, destpêkirina wê şuxulkarîyê gorî berjdewandîyên Ermenîstanêye.
“Bi kîjan xerîta dîyarkirina sînora wê bê kirinê? Ew yek bona me girînge û pirsa prînsîpyale.Wextê hevraxeberdana gelek cara hatîye elamkirinê,wekî tiştekî girînge ku bê birîyarkirinê ku bi kîjan xerîta gerekê pêşda herin.Ew birîyar gerekê bide kifşê, ku heger li beşeke sînor dîyarkirina sînor gorî xerîta sala 1974 a tê kirinê, usaye li beşên sînore mayîn jî gerekê wê xerîtê bidine xebatê”,-Torosyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî komarên Sovyêta berê dêklarasîya Alma Atayê qebûl kirine û sînorên nava dewleta Sovyêtêda nas kirine. Li ser hîmê wê xerîtê gerekê dîyarkirina sînora bê mîyaserkirinê.







