H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hemû înîsîyatîvayên bona kûrkirina hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê ya nava goveka ewlehkarîyêda girîng hesab dike: cîgirê wezîrê karên der

Ermenîstan çawa şuxulkarîya mîsîya Yekîtîya Avropayêye sîvîl usa jî  hemû înîsîyatîvayên bona kûrkirina hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê, ya nava goveka ewlehkarîyêda, girîng hesab dike.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan li parlamêntê gotîye.

Bi gotina cîgirê wezîr, qayîlnivîsara tevî Yekîtîya Avropayê li ser mîsîya Yekîtîya Avropayê û teşkîla wê belav dibe û tenê nava Ermenîstanêda dişuxule.

“Li gorî qayîlnivîsara, mîsîya avropî serbest dixebite. Qayîlnivîsar şuxulkarîya mîsîyayê dide rastkirinê û şuxulkarîya wê dide dîyarkirinê.

Mîsîya Yekîtîya Avropayê çawa wekîltîya bi statûsa dîplomatî wê bê lênihêrandinê”,- cîgirê wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button