H’emû nûçeSereke

Miclîsa neteweyî peymana li ser statûya mîsyona Yekîtîya Aropayê ya li Ermenîstanê erê kir

Miclîsa neteweyî peymana di navbera Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ya li ser statûya mîsyona Yekîtîya Avropayê ya li Ermenistanê  de erê kir. Li gorî rapora “Armenpress”ê, proje di rûniştina asayî ya miclîsa netewî de bi 57 dengên erê, 0 dengên dijî û 27 dengên bêalî hat qebûlkirin.

Peymanê de xebatên mîsîyona Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê birêkûpêk dike, mîsyon û xebatkarên wê digire nava xwe û erkên mîsyonê li ser axa Komara Ermenîstanê dîyar dike. Çalakîya mîsyonê ne tenê ji bo mîsîyogerkirina aramîya sînorên rojhilatê Ermenîstanê, lê di heman demê de ji hêla pêvajoyên bilez yên nêzîkbûna têkilîyên sîyasî yên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstan ve tê rêve kirin.

Mîsîyona Yekîtîya Avropayê ya li Komara Ermenîstanê, tevî pêkhate, beş, navend û karmendên wê, dê ji hêla meqamên jêhatî yên Komara Ermenîstanê ve wekî nûnertîyek bi statûya dîplomatîk di mijarên gumrik û bacê de bê hesibandin.

Di peymanê de her weha fûnksîyonên sazîyên têkildar yên ku bi mebesta mîsîyogerkirina xebata normal ya mîsyona Yekîtîya Avropaye li Ermenîstanê, prosêdûrên derbazbûna sînor û tevgerê li axa Ermenîstanê, îmtîyaz û parêzbendîyên ku ji mîsîyonê re hatine dayîn, û her weha dadrêsîya sûc, ewlehî û mijarên din yên têkildarî gihîştina agahdarîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button