Bêyî alîkarîya Rûsîyayê Adirbêcanê nikaribe Qerebagê vegerîne: zanyarê sîyasî yê azêrî

Rûsîyayê vegerandina Qerebagê di Adirbêcanê ra roleke girîng lîst, bêyî alîkarîya Rûsîyayê Adirbêcanê nikaribû Qerebag vegerandina. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina têma “Qafqasîya Başûr: armanc û pêrspêktîvên di çarçoveya hemtêksta Ûkrîynayê de” serokê beşa pevçûyîn û koçberîyê ya înstîtûta aşitî û dêmokrasî ya Adirbêcanê, dîrokzan Arif Yûnûsov gotîye.
Ewî zelal kir ku ev yek ji bo opêrasîyonên leşkerî yên him sala 2020 î û sala 2023 a va girêdayî ye.
Yûnûsov balkêş nav kirîye, ku aştîparezên rûs ji Qerebaxê derneketine.
“Wê tevî Adirbêcanê çi bibe, heger seroketîya Rûsîyayê bê guhartinê, yan Rûsîya hilweşe.Lîbêralên Adirbêcanê serketina Ykraînayê de bawer in û bawer dikin ku ew ê li Adirbêcanê guhertina hukumetê bîne.Rêjîma Elîyêv ji nêz ve girêdayîye rayadarên Rûsîyayêva”,- ewî serda zêde kirîye.
Bêjin,wekî Yûnûsov û jina wî çend sal berê ji Adirbêcanê hatibûne derxistinê û li Avropayê cîhwar bûne.







