H’emû nûçeSereke

Elîyêv bi “kulma hesinî” li dijî her dîyardeyên ermenîtîyê êrîşeke raste-rast pêk tîne

Malpera monumentwatch.org, ku çavdêrîya mîrata çandî ya Arsaxê dike, wiha dinivîse:

 “Piştî bidawîhatina şerê 44 roje  sala 2020 î de, maşîna propagandayê ya Adirbêcanê sembolên “serketinê” xistin dewrê de, ku yek ji wan raste-rast bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ve girêdayî bû. Ew bi navê “kulma hesinî” ye. Îlham Elîyêv di axaftina xwe ya di dawîya şerê 44 rojî de dema ku navên herêmên ku ji alîyê hêzên Adirbêcanê ve hatine desteserkirin rêz kir, kulma xwe weke nîşana “serkeftinê” nîşan da. Ji sala 2021 ê ve maşîneya propagandayê ya Adirbêcanê bi navê “Opêrasyona sala  2020 î ya ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî” bi nav kir.

Ji sala 2021 ê de ji alîyê Elîyêv ve wateyek mezin ya propagandayê hat dayîn û bi vê tevgerê hêz û îradeya xwe ya “cezakirina ermenîyan, lêdan û şikênandina serê dijmin” nîşan da. Elîyêv di serdanên xwe yên li Arsaxa dagîrkirî de ligel hev û bi sekine wiha dawî li axaftinên xwe anî. Dema ku behsa Ermenîstan û Arsaxê dikir ew jêst bi kar anî. Di heman sala 2021 ê de maşîneya propagandayê ya Adirbêcanê bi îşareteke bi vî rengî dest bi belavkirina wêneyên Elîyêv kir û li Adirbêcanê jî merasîma danîna peykerên bi navê kulmên hesinî dest pê kir.

Ev sembolên bi armanca propagandaya eşkere tenê li Arsaxa dagirkirî hatine danîn: Hadrûtê, Bêrzorê, Karvaçarê. Yekemîn peykerê bi vî rengî li Arsaxê wek semboleke yekta li navenda bajarê Hadrûtê hate danîn û ev yek nîşaneya girtina vê herêma girîng ji alîyê Adirbêcanê ve ye.

Li gor vîdyo û agahîyên ku ji alîyê maşîneya propagandaya Adirbêcanê ve hatine belavkirin, tê plankirin ku peykerek wiha li Stêpanakêrtê jî bê danîn. Ne tesadûf e ku piştî dagirkirina Stêpanakertê, yekser peykerê Stêpan Şahûmyan hat hilweşandin û heta mijara hilweşandina abîdeya “Em çîyayên xwe ne” li ser întêrnêtê belav bû.

Eşkere ye ku kulma hesin li dijî her dîyardeya ermenîtîyê raste-rast êrîş dike. Li Arsaxê wek nîşana desthilatdarîya Adirbêcanê hatîye danîn û sembola serkeftina li ser ermenîyan û zeftkirina herêmê ye. Ji bo alîyê Adirbêcanê kulma hesin sembola tunekirina Arsaxa Ermenîstanê bi hemû encamên wê re ye. Ev pêvajo bi leztir xwe nîşan da piştî bi temamî ji niştecîhbûna Arsaxê, dema ku li Stêpanakêrtê wan dest bi rakirina her sembola girêdayî nasnameya ermenî, sembolên Arsaxê ji hukumetê û avahîyên serokatîyê yên Arsaxê, û alayeke mezin ji hesin hatin rakirin, kulmek li enîya sereke ya avahîyê hukumetê hat daliqandin.

Dawîya sibata  sala 2024 a avahîyê parlamentoya Arsaxê hat rûxandin û di 18 ê adarê de Îlham Elîyêv ku seredana Stêpanakêrta dagirkirî kiribû, li ser platforma ku piştî hilweşandina avahîyê miclîsa neteweyî ya Arsaxê û avahîyê yekîtîya şervanên Azadîyê hatibû avakirin, axaftinek kir, kulma xwe û vêxistina agirê Newrozê. Elîyêv di axaftina xwe de anî ziman ku avahîyê miclîsa neteweyî ya Arsaxê zona şeytan bû û agirê Newrozê erka paqijkirina dawî pêk tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button