Hukumata Ermenîstanê daye bawarkirinê wekî nêzîkbûna tevî Rojavayê dijî me nîne: baylozê Îranêyî li Ermenîstanê

Îranê her kirineke li herêmê silavke, ya ku wê halê sert bide kêmkirinê û piştgirîyê bide îzbatbûna aşîtîyê.Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî News. am ê, baylozê Îranêyî li Ermenîstanê, Mehdî Sobhanî gotîye, yê ku derheqa seredana sêkratarê NATO ê Yêns Stoltênbêrgda xeberdaye.
Her kirineke ku dikare halê sert bide zêdekirinê û nava pêwandîyên herêmîda pirsgirêka çêke, bona me tiştê qebûlkirinê nîne.Îzinê bidin ku em her gaveke avîtî bi encamên wêva qîmetkin. Heger ew gav berbi îzbatbûna aşîtîyê û pêşkeftina pêwandîya bibe, emê wê yekê silavkin.Ew gavên ku dikarin sertbûnê pêşda bînin, rûyê çida pêwandîyên Ermenîstanê û welatên cînar wê zeyîfbin,ez ji we dipirsim, gelo hûnê kirinên wî cûreyî qebûlkin?”,-bayloz gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo li gorî Têhranê hêzên usa yên ji der hene, kîjan dikarin tehsîra wî cûreyî bihêlin, bayloz gotîye: “Gerekê em dîna xwe bidinê ku encamê wê çi cûreyîbin, dêmek pêwandîyên Îranê û Ermenîstanê û bi tomerî li herêmê wê çi cûreyîbin.Heger sêkrêtarê bê û here, piştî du-sê roja li vir xemgînîyên derheqa şêrda zêdebin, gelo ewê tiştekî başbe?”.
Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina tevî sêkrêtarê NATO ê elam kiribû, wekî nêzîkbûna tevî NATO ê dijî tu welatekî herêmê nîne. Bi gotina bayloz, Têhranê ji Yêrêvaênê xeberên wî cûreyî stendine.
“Belê, hukumata Ermenîstanê girêdayî him NATO ê û him jî dîtindarên avropîra daye bawarkirinê,wekî hevkarîyên wî cûreyî dijî Îranê nînin.Şikberî tune wekî hukumata Ermenîstanê wê bi rîya wî cûreyî here”,- bayloz gotîye.
Bayloz daye dîyarkirinê,wekî bi fikira Têhranê beşdarbûrnên ji der dikarin qezîyayên li herêmê bidine zêdekirinê.
“Em têra dibînin wekî tevlîbûnên ji der bona zêdebûna qezîyayên li herêmê dibine menî. Heger pêwandîyên di navbera welatên herêmêda sert dibin, li herêmê sertbûn zêde dibe û dewsa çûyîna berbi aşîtîyê, berbi şêr diçin û xemgînîyên me zêde dibin”,-dîplomatê îranî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo Têhran natirse wekî nêzîkbûna Rojavayê û Yêrêvanê dikare rîskên nû bîne herêmê û gelo ewî xemgînîyên xwe gîhandine Yêrêvanê, yan na, bayloz gotîye: “Ew yek encamava girêdayîye. Heger ew /Rojava/ tevlî pêwandîyên welatên herêmê bibin, wî çaxî ew xemgînî heye. Feqet ez gerekê careke mayîn biwekilînim,wekî hukumata Ermenîstanê daye bawarkirinê ku em xemgîn nebin û hemû tişt başe”.







