H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê wê hemcivîna global, ya parlamêntvanên genc pêk bê:Alên Sîmonyan û Martîn Çûngong li Cênêvayê qayîlnivîsar îmze kirine

Serokê parlamênta  Ermenîstanê Alên Sîmonyan û sêkrêtarê yekîtîya di navbera parlamêntada Martîn Çûngong li Cênêvayê qayîlnivîsar îmze kirine, li gorî kîjanê hemcivîna parlamêntvanên genc wê li Komara Ermenîstanê pêk bê.

Li gorî ragîhandina “Armênprês” ê, ji parlamênta Ermenîstanê ragîhandine wekî îlona sala 2024 a li Yêrêvanê wê hemcivîna global, ya parlamêntvanên genc pêk bê.

Bona hemû parlamêntvanên cîhanêye genc eva palatformeke cudaye, wextê kîjanê ew rastî hevdu tên, pirsên genca gotûbêj dikin, piştgirîyê didine pevguhartina cêribandinê û pêşkeftinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button