SerekeSîyasî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa têrorîstî ya li Moskvayê şermezar dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî  X  ê peyamek derbarê êrîşa têrorîstî ya  li Moskvayê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.

Ez êrîşa têrorîstî ya  li Moskvayê bi tundî şermezar dikim. Di vê dema dijwar de hevxem im ligel malbatên qurbanîyan, birîndaran, gel û hukumeta Rûsyayê”.

 Denê êvara înîyê êrîşek li avahîyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskvayê hate kirin. Li gor amaran jî, zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê DAÎŞ ê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsîyarîya êrîşê girt ser xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button