H’emû nûçeSereke
Sîyasîzanê îranî: Rûsîya gerekê bizanibe wekî êrîşên êkstrêmîstên ku ji alîyê Bekûyê û Enqerêda tên piştgirtinê, wê zêdebin

Kanala îranîye Telegramê şirovekirinên sîyasîzan û hiqûqzanê îranî Ahmed Qazîmî belav kirîye, yê ku gotîye wekî Rûsîya gerekê bizanibe wekî êrîşên êkstrêmîstên ku ji alîyê Bekûyê û Enqerêda tên piştgirtinê, wê zêdebin.
“Sîyasîzan û hiqûqzanê îranî Ahmed Qazîmî gotîye wekî piştî kirina têrorîstîye li Moskvayê, Rûsîya gerekê bizanibe ku heger NATO korîdora Tûranê saz dike û wê usa jî korîdora bona têrorîstên sêparatîsta çêke, nava wanda usa jî bona êkstrêmîstên Asîya Navîn, êrîşên ku ji alîyê Bekûyê û Enqerêda tên piştgirtinê, wê zêdebin”,- kanala îranîye Telegramê nivîsîye.







