H’emû nûçeSereke

“Waşîngton û Bryûsêl li herêmê jimareyên demjimêra sîyasî rast dikin”: Gantaharyan

Hevpeyvîna  Radar Armenia ê tevî zanyarê navneteweyî Şahan Gantaharyan:

– Civîna serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, seroka komîsyona Yekîtîya Avropayê Ûrsula fon dêr Layên û sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên  wê 5 ê nîsanê li Bryûsêlê pêk bê û wê civînê de rêyên hevkarîyên sêalî yên ku ji bo geşepêdana Ermenîstanê dibe alîkar, wê bêne gotûbêjkirin. Civîna di vê astê de ji bo bêbandorkirina metirsîyên ewlekarîya Ermenîstanê wê çi girîngî hebe?

– Ez usa difikirim ku ev yek îzbat dike ku Rojavaya kolêktîv sîyaseta xwe ya li himberî Ermenîstanê koordînasîya dike. Diha rast, di navbera Waşîngtonê û Bryûsêlê de rola dabeşkirinê hebû. Mifteya hevkarîya sêalî bêbandorkirina bandora Rûsyayê ye. Bi xwezayî, ev ji bo Moskvayê xemgîn e. Ne dîyar e ku Rûsyayê  çi bertekê nîşan bide. Tevlîbûna bi yasaya Romayê, daxwaza vekişîna hêzên rûsî ji “Zvartnots” ê, qerimandina endametîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, xelekên vê zincîrê ne, ku bi berçavgirtina pêvajoyên heyî, bên zêdekirin. Li herêmê Waşîngton û Brûysêl jimareyên seheta sîyasî rast dikin.

– Zaxarovayê elam kirîye ku di van demên dawî de şandeyên rojavayî di warê Ermenîstanê de bi awayekî berbiçav çalaktir bûne û hewlên wan bi armanca bêqîmetkirina peywendîyên Moskvayê-Yêrêvanê û di rewşeke îdêal de jî bi temamî têkbirina wan e. Bi dîtina we, Moskva ditirse ku Ermenîstan bibe endama Yekîtîya Avropayê û têkilîyên hevpeymanîyê bişkîne?

– Hilbet ev hemû pêvajoyan faktora Rûsyayê kirin hedef. Bi awayekî xwezayî, Moskva ji aktîvkirina herêmî ya welatên rojavayî nîgeran e.Gerekê usa bê fêhmkirin ku ne Ermenîstane ku berbirî li Yekîtîya Avropayê dibe, lê berovajî vê yekê kar dike. Ermenîstan platformeke ji bo derxistina faktora Rûsyayê yan jî avakirina baregehên dijber li herêmê.

– Sêkrêtarê giştî yê NATO  ê li herêmê bû. Evê  serdanê de çi peyam hebûn, û bi giranî ji kê re hatin şandin?

– Serdaneke herêmî bû û NATO dixwaze bi welatên herêmê re hevkarîyê kûr bike. Tibîlîsî ji xwe rêyeke dûr û dirêj derbaz bûye. Bakû birayê biçûk ê hêza duyemîn ya NATO ê ye û li ser Ermenîstanê polîtîkayeke aktîv ya ketina nû tê sepandin. Ji her du alîyan re peyam hat dayîn ku NATO amade ye piştgirî bide avakirina aştîyê.

– Serokê Çînistanê Sî Szînpîn wê  destpêka meha gulanê  li Parîzê   rastî hevkarê xwe Êmanûêl Makron bê , lê Vladîmîr Pûtîn jî wê meha gulanê de careke din serdana Çînistanê bike. Ev serdanan behsa kîjan pêvajoyan dikin?

– Li vir cudahîya  renga heye. Serokê Çînistanê serdana Fransîyayê dike, serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê bi xwe jî diçe Pêkînê. Lê belê ya girîng ew e ku Çînistan di navbera eksên dijber de hevsengîya statûya xwe wekî pola aborî didomîne. Û ev tevger dê berdewam bike. Helwest û piştgirîya Çînistanê  wê  nebin. Rewşa dijberîyê wê bidome.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button