H’emû nûçeSereke
Byûcêya wezîreta parastinê sala derbazbûyî gihîştîye 526,47 mîlyard diramî, lê mîaserkirina wê gihîştîye 99,8 selefî

Girêdayî halê ewlehkarîyêva, sala 2023 a bona wezîreta parastinê û temamîya hêzên sîlihkirî saleke giran bûye.
Li gorî ragîhandina “Armênprês” ê, wextê civîna komsîya parlamêntêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê, wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan nava raporta derheqa mîyaserkirina byûcêya sala 2023 a da daye dîyarkirinê.
Bi gotina wî, sala derbazbûyîda derecên hazirîya şerkarîyêye cuda-cuda hebûne, lê oragnên serkarîkirinê bi rêjîma xebatêye qewatkirî xebitîne.
Wezîr gotîye,wekî sala 2023 a bona wezîreta Ermenîstanêye parastinê 517,28 mîlyard diram cuda kirine, lê nava salêda jî 9,9 mîlyard diram serda zêde kirine û ew gihîştîye 526,47 mîlyard diramî.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî byûcêya sala derbazbûyî bi 99,8 selefî hatîye mîyaserkirinê.







