Newroz ji nû ve hatîye pênasekirin û bûye sembola tevgera rizgarîya netewî ya gelê kurd: cejna netewî ya kurdan li Yêrêvanê bi heybet hat pîrozkirin
Li salona konserê ya ser navê “Arno Babajanyan” civata kurdên Ermenîstanê cejina neteweyî ya Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir.
Bi ragîhandina “Armenpress”ê, serokê encûmena netewî ya kurdên Ermenîstanê, parlamentarê miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Knyaz Hesenov di axaftina xwe ya silavkirinê de got ku cejina Newrozê yek ji cejnên kevinar yên kurdan e ku dîroka wê vedigere serdema pûtperestan. Di wê rojê de hemû kurdên cîhanê agir pêdixin, li dora agir govendê digerînin,
Di axaftina xwe de, wî tekez kir ku hemwelatîyên Ermenîstanê, ermenî û nûnerên hindikahîyên neteweyî, xwedî derfet in ku bi tevahî xwe îfade bikin, ji ber ku rayedarên Ermenîstanê ji bo rêxistin, naskirin û temsîlkirina jîyana çandî ya hindikahîyên neteweyî şert û mercên pêwîst efirandine.
Serokê encûmena neteweyî ya kurdên Ermenîstanê jî bi boneya cejinê peyama pîrozbahîyê ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan xwend. Serokê welat xwest ku cejna xweş fa biharê li hemû civaka kurd pîroz be.
“Em bi serkeftinên ku welatîyên kurd yên welatê xwe tomar kirine serbilind in. Em pirsgirêkên ku hem ji bo we û hem jî ji bo gelek niştecîhên welatê me hene tomar dikin. Bawer bikin ku dewleta me baldar û eleqedar e li ser mijarên pêşveçûna hemî civakên neteweyî yên ku li Ermenistanê dijîn. Cejina Newrozê careke din li we pîroz dikim, ez ji we re esmanekî aram, tenduristîye û serkeftinê dixwazim”.
Endama kongreya keteweyî ya Kurdistanê Jenîya Amîryan di serî de destnîşan kir ku kurdên li Ermenîstanê dijîn û dixebitin, dibînin ku Newroz cejina ermenîyan e jî.
“Gelek hemwelatîyên ji herêmên cuda tevlî kurdên li Yêrêvanê bûn û bi kêfxweşî cejna netewî pîroz kirin. Şerefeke mezin e. Hemû derfetên me hene ku em çand û dîroka xwe li Ermenîstanê bidin nasîn. Ne tesadkf e ku kurd dostê miletê ermenî ne. Bi me re reftarek baş tê kirin û em jî dixwazin bi dilgermî bersivê bidin, ji ber ku Ermenistan di heman demê de welatê me ye, welatê me yê duyemîn e. Em dixwazin Ermenîstan her tim pêş bikeve, li wê derê kurd û ermenî wek bira hevdu bikin. Hevaltîya me winda nabe, tenê divê em bi berdewamî wê biparêzin”.
Pîrozbahî bi pêrformansa mûzîkê ya orîjînal hat lidarxistin. Li ser vexwendina encûmena neteweyî ya kurdên Ermenîstanê hunermendên kurd yên ji Tirkîyayê û Îranê jî amade bûn. Bi taybetî Hozan Axîn di axaftina bi “Armenpress”ê re behsa wê yekê kir ku ji ciwanîya xwe ve bi coşeke mezin li weşanên kurdî yên radyoya Ermenîstanê li Tirkîyaye guhdarî kirîye.
“Dema min ji hevkarên xwe re got ku ez cara yekem e diçim Ermenîstanê, bi çavnebarî li min nihêrtin û gotin ku ez ê ji welatê we gelek bandor bibim. Û wusa jî çêbû, ji ber ku hestên min bi hêsanî nayê vegotin. Bi taybetî bi helkefta cejina Newrozê, ku cejina pîroz ya tevahîya gelê kurd e, mirov li Ermenîstanê pir xweş e. Bi awayekî xwezayî di navbera kurdên Ermenîstanê û Tirkîyayê de gelek hevparî hene, ji ber vê yekê divê em hewl bidin ku têkilîyên çandî nêzîktir bikin. Ez ê teqez serdana avahîyê radyoya giştî ya Ermenîstanê bikim û li hawîrdor û atmosfera ku bernameyên kurdî yên ji bo me ezîz tên afirandin bibînim”,
Ji ber şert û mercan ew gelek li cîhanê digere û di konsêra dawî ya li Parîzê de mûzîkjenekî ermenî jî ligel wî bû û civaka fransî-ermenî jî di warê çareserkirina pirsgirêkên têknîkî de gelek alîkarî kir.
Stranbêjê ji Îranê Zagros Rojhilat jî anî ziman ku li Ermenîstanê û li Îranê jî ji bo parastin û pêşxistina
“Pêwendîyên ermenîya û kurdan xwedî karaktereke cîrantîyê ne. Ez li vir bi germî pêşwazîya bûm, tevî ku ez her tim bi kurdên herêmê re di nava têkilîyê de bûm. Rojhilat wiha got: “Bi rastî çand mirovan bi hev re dike yek, bi taybetî jî stranbêj û mûzîkjenan, ji ber ku kurdên Îranê û Ermenîstanê di wî warî de tu asteng nînin”,- Rojhilat got.