Nîşaneya çalakîya aborî di du mehan de bi 13,6 selefî zêde bûye: deranîna ji Ermenîstanê bi 2,6 cara zêde bûye

Îndêksa çalakîya aborî ya Ermenîstanê di navbera mehên çile-sibata sala 2024 a li gor heman heyama sala par bi 13,6 selefî zêde bûye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, ev yek bi daneyên ku ji hêla komîtêya statîstîkî ya Ermenîstanê hatîye weşandinê.
Qebareya hilberîna pîşesazîyê di 2 mehên ewiln yên îsal da li gor heman heyamên par bi 28,9 selefî zêde bûye.
Di 2 mehên ewilin yên salê da li bazirganîyê bi 24,1 selefî zêde bûye. Di heman heyamê de qebareya xizmetên ku hatine kirin bi 5,2 selefî zêde bûye.
Îndêksa bihayê serfkaran di navbera çile-sibata sala 2024 a da li gor heman heyama par bi 1,3 selef, îndêksa bihayê berhemên pîşesazîyê bi 0,4 selef kêm bûye. Kêmbûn di qebareya berhemanîna êlêktrîkê de jî hat tomarkirin, li gorî heman dema sala borî, kêmbûn bi 4,9 selef bû.







