H’emû nûçeSereke

Veberhênanên raste-rast yên bîyanî li Ermenîstanê 360 mîlyon dolar e, qebareya herikîna  ya ji Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  58 mîlyon e

Mehên çile-îlona sala borî de veberhênanên raste-rast yên bîyanî li Ermenîstanê nêzîkî 360 mîlyon dolar bû, veberhênanên raste-rast yên bîyanî yên ji welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  nêzîkî 58 mîlyon dolar bû.

Bi ragîhandina “Armênpress”ê, derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di dema gotûbêjkirina raporta pêşkeftin û encamên pêkanîna bernameya sala 2023 a ya hukumeta  Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) li komîtêya pirsên întêgrasîyona herêmî û Avrasyayê gotîye.

“Di mehên  çile-îlona  sala 2023 a de qebareya  herikîna veberhênanên bîyanî yên di sêktora rastîn da aborîya Ermenîstanêda nêzîkî 278 mîlyon dolar bû, di heman heyamê de veberhênanên raste-rast yên bîyanî nêzîkî 360 mîlyon dolar bûn, ku hêjmara wan herikîna ya veberhênanên raste-rast yên biyanî yên ji welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  nêzîkî 58 mîlyon dolar bû”,- Papoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button