H’emû nûçeSereke
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya serbixwetî û yekîtîya axa welatên Qafqasîya Başûr dike: wezîreta karên der
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya pêşkeftina dêmokrasîyê, serbixwetî û yekîtîya axa welatên Qafqasîya Başûr dike.Hema bi vê armancê jî Amêrîka pêwandîyên xweye tevî Ermenstîanê dide berfirehkirinê.
Derheqa wê yekêda ji wezîreta Amêrîkayêye karên der elam kirine, dema ku bersiva pirsa “Dengê Amêrîka” yê, ya beşa ermenî, dane.
Ji wezîreta karên der elam kirine, wekî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya her gaveke usa dike, ya ku aşîtîyê û qewînbûnê tîne welatên Qafqasîya Başûr.Ji wezîretê serda zêde kirine, wekî ew Rûsîyayê çawa tifaqdar, yan jî hevkara amin, ya li Qafqasîya Başûr hesab nakin.