Ermenîstan bi hejmara êrîşên stalkêr de li Avropa Rojhilatê û Asîya Navînda rêza 9 emîn de ye
Ermenîstan û Adirbêcan sala 2023 a da di nav lîsteya 10 welatên herî mezin yên Avropa Rojhilatê (xêncî welatên Yekîtîya Avropayê), Rûsîyayê û Asîya Navîn hejmara êrîşên stalker de cîh girtin. Hevaltîya “Kaspêrskî” radigihîne ku çareserîyên parastina mobîl yên hevaltîyê 243 bûyerên bi vî rengî li Adirbêcanê (cîhê 5 emîn), 43 li Ermenîstanê ( cîhê 9 emîn) kifş kirine. Sala 2022 de, 130 bûyerên weha li Adirbêcanê (cîhê 5 emîn), 27 li Ermenîstanê (cîhê 10 emîn) hatine tomar kirin. Gurcistan di wan salên navborî de di wê lîsteyê de cîh negirt.
Li gorî tora ewlekarîya Kaspêrskî, Rûsîya (9,890), Brazîlîya (4,186) û Hindistan (2,492) sala 2023 a de di nav sê welatên herî bandordar yên cîhanê de ne. Îran par ketibû rêza pêncemîn û li wir dimîne. Li gorî sala 2022 a, 10 welatên herî bandordar hindik hatine guhertin. Dema ku Almanîya ji rêza 7 a daket rêza 10 emîn, Erebistana Saûdî (sala 2022 a da di rêza 8 emîn da) ji lîsteyê derket.