ÇandSereke

Hunermenda fransî yekem albûma xwe ya kurdî belav kir

Hunermenda fransî Elêonora Foûrnîaûyê albûma xwe ya ewiln ya kurdî belav kir.

Elêonora Foûrnîaûyê piştî amadehîya 4 salan, bi derfetên xwe albûma xwe ya ewiln ya bi navê “Neynik”  li ser platformên dijîtal weşand.

Hunermenda fransî di albûma xwe de cîh daye 12 stranên gelêrî yên sê zaravayên kurdî.

Foûrnîaûyê ji bo albûmê, 500 stran û klamên gelêrî yên kurdî guhdar kirine û stiranek jî bi xwe bi kurdî nivîsandîye.

“Hevalekî min li ser brayê xwe ku li Rojavayê şehîd ketibû gotin nivîsand”.

Hunermenda fransî Elêonora Foûrnîaûyê got: “Ji xeynî stiranên gelêrî min besteyek bi xwe nivisand û mûzîka wê çêkir.

Besteya duyemîn jî, hevalekî min li ser brayê xwe ku li Rojava şehîd ketibû gotin nivîsand”.

Foûrnîaûyê di albûma xwe de cîh daye 12 stranên gelêrî yên kurdî yên bi zaravên kurmancî, zazakî û soranîne.

“Ez ji bo kurdan wekî “Neynik” im”.

Elêonora li ber peravên behra Stembolê, ji Rûdawê re behsa albûma xwe ya nû kir û got, “Ez ji bo kurdan dibim wek “Neynikek”.

Min xwest stranên her herêm û zaravên kurdî di albûmê de hebin”.

Elêonora Foûrnîaûyê dîyar kir: “Di sala 2020 î de du hozanên pir girîng  Seîd Gabarî û Seîd Yûsif canê xwe ji dest dan.

Min xwest ji bo bîranîna wan di albûmê de cîh bidim stranên wan her du hunermandan jî.

Welatê kurdan pir mezin e û çanda wan pir dewlemend e.

Loma jî hilbijartina stranan ji bo min pêvajoyekê zaf zehmet bû”.

Elêonora Foûrnîaûya ku ev 12 sal in bi mûzîka kurdî re eleqedar dibe û xwe fêrî ziman û zaravên kurdî dike, ji bo albûma xwe zêdetirî 500 stran û kilamên gelêrî yên kurdî guhdar kirine.

Bi taybetî klamên radyoya Rewanê jê re bûne çavkanîyeke sereke.

“Dixwazim zêdetir bi kurdî biaxivim”.

Elêonora Foûrnîaûyê wiha anî ziman:”Ez dixwazim bi kurdî baştir biaxivim.

Dixwazim pratîk bikim û bi tenê bi kurdî biaxivim. Bawer dikim ku xelqê kurd ji mûzîka min hez dike.

Ji ber ku ez jineke biyanî ya fransî me û stranên wan dibêjim, ji wan re gelekî balkêş têm.

Ez berîya niha du caran çûm Başûrê Kurdistanê. Ez hêvîdar im di demekê nêzîk de dîsa biçim Başûr û konsêran bidim”.

Elêonora Foûrnîaûyê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, bi konfêranseke rojnamegerîyê albûma xwe ya nû da naskirin.

Li Mêrdînê klîb kişand.

Di albûma “Neynik” ê de 35 înstrûmanîst cîh digrin.

Herwiha Elêonorayê, ji bo stranên “Xwezî min tu nasnekir ba” li Barsêlonayê, ji bo strana “Lawo” jî li Mêrdînê klîb kişandiye.

Mûzîsyen Elêonora Foûrnîaû, di sala 1987 a de li Parîza paytexta Fransîyayê hatîye dinyayê.

Ji bo perwerdeya mûzîkê di sala 2010 a de berê xwe dide Tirkîyayê û bi saya hevalên xwe yên kurd çand û mûzîka kurdî dinase.Elêonora heta niha di gelek konser û fêstîvalên kurdan de cîh girtîye û bi hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Sylvaîn Baroû, Efrên Lopêz û gelekên din re konser li dar xistine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button