H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare mêtr  bi mêtr bi xerîtên hemû salan axa xwe nîşan bide: serokê  parlamêntê

Komara Ermenîstanê tu beşekê ji axa xwe nake bin bazarîyê.

Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, serokê parlamênta Ermenîstanê  Alên Sîmonyan di civîneke rojnamevanîyê de gotye û tekez kir ku pirseke wiha nayê gotûbêjkirin.

 “Li Komara Ermenîstanê gundekî ku teslîmî kesî bibe tune. Komara Ermenîstanê ji avabûna Ermenîstana Sovyêtê heta serxwebûna Ermenîstanê dikare bi xerîtên hemû salan mêtr bi mêtr axa xwe nîşan bide.

Dema ku em hemû di 21ê îlonê de derdikevin û roja serxwebûna komara Ermenîstanê pîroz dikin, gelo em tiştekî taybet pîroz dikin yan na? Bê guman, tiştekî taybetî. Komara Ermenîstanê cîhê wî sînorê taybet dizane, niştecîhên Tavûşê yên ku li wir dijîn dizanin.Û hemû desthilatdarên komara Ermenîstanê jî baş dizanibûn û em hemû jî dema diçûn Gurcistanê ew beş tim dibînin. Em behsa tiştekî nû nakin. Komara Ermenîstanê tu beşekê ji axa xwe nake ber bazarîyê”,-Sîmonyan daye kifşê.

Alên Sîmonyan li ser pirsa ku heger 4 gundên ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatine xwestin bên radestkirin, gelo wan metirsîyên ku rû didin hesab kirine yan na?

“Belê, ew hesab bingeha her tiştî bû û bingeha her tiştî ye”,-Sîmonyan gotîye.

Li ser pirsa gelo garantîya vekişîna Adirbêcanê ji axa Ermenîstanê ya dagirkirî heye yan na? Sîmonyan got ku ew nikarin qala garantîyên wiha bikin, lê divê pêvajo di mantiqeke neynikê de bê meşandin.

“Lê xala ku divê sînor bê xêzkirin, li gorî me divê ji herêma Tavûşê dest pê bike, ji ber ku li gorî yên din beşên nakok kêm in. Ez wisa difikirim ku bi saya vê pêvajoyê em ê bibin xwedî xêzeke temam ya sînora”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button