H’emû nûçeSereke

Ermenîstan  wê nîvfînala duyemîn ya “Eurovision 2024” de  pêşda bê / vîdyo/

Pêşbirka stranan ya “Eurovision 2024” de, nûnera koma “Ladanîva” ya Ermenîstanê wê nîvefînala duyemîn ya pêşbirkê de  pêşda bê.

Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, malpera fermî ya pêşbirkê elam dike ku kom wê bi strana “Jako” di bin hejmara 8 de pêşda bê.

Pêşbirka bi prêstîj ya “Eurovision 2024”   rojên 7, 9 û 11 ê gulanê li bajarê Swêdêyî Malmyoyê, pêk bê.

Damezrênerên koma ermenîya-fransa “Ladanîva” Jaklîn Baxdasaryan û Lûî Tomas in. Endamên fransî yên din yên komê bi rêkûpêk diguhezin. “Ladanîva” heta îro sitranên gelêrî yên ermenî yên  komê li Ermenîstanê naskirineke mezin anîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button