H’emû nûçeSereke

Ez şikberim ku heger Tirkîya êrîşê bîne ser Ermenîstanê sînorxweykirên Rûsîyayê wê bikaribin biparêzin: serokê parlamêntê

Pirsa derheqa ji firegeha “Zvartnos” ê derxistina leşkerên sînorxweykir, yên Rûsîyayê hatîye birîyarkirinê, lê pirsa derheqa derxistina wan ji sînorê ermenîya-tirka nehatîye gotûbêjkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê, Alên Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

Bi axaftina derheqa pirsa derxistina sînorxweykirên Rûsîyayê, yên ji firegeha “Zvartnos” ê, Sîmonyan gotîye,wekî bona Ermenîstanê ew têma îdî ya birîyarkirîye û li vir îdî gotûbêjkirin tune.

“Cêribandin tê kirinê, ku vê pêvajoyê çawa teribandina peymana di navbera dewletada raberkin.Ev  yek qayîlîya di navbera îdaradane, armanca kîjanê ew bûye ku li wir alî sînorxweykirên ermenî bikin.Îdî hewcetî tune  alîkin. Me spasî elam kirîye û gotîye wekî hewcetîya wê yekê tune.Em dikarin li firegeha xwe pirsên pêşîya xwe dianî helkin.

Niha jî dibêjin ku kê wê sînorê Tirkîyayê xweyke û ez şikberim, ku heger Tirkîya birîyarke êrtîşê bîne ser Ermenîstanê, sînorxweykirên rûs wê bikaribin parastinê mîyaserkin”,-Sîmonyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku diqewime pêşerojêda Ermenîstan birîyarke ku ji sînorê ermenîya-tirka jî sînorxweykirên rûs bide derxistinê, Sîmonyan gotîye,wekî axaftina wî cûreyî tunebûye û ew bersiva şiroçîya dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button