Hevpeyvîna Paşînyan bi rojnameya yûnanîye “Kathimerini” ra rojnameya New York Times ya Amêrîkî de hat weşandin
Rojnameya navdar ya Amêrîkîye The New York Times, hevpeyvîna serokwezîr Nîkol Paşînyan ya bi rojnameya yûnanîye “Kathimerini” ra bi sernavê “Serokwezîrê Ermenîstanê ji bo geşedanên herêmî kelecaneke nû dibîne” ji nû ve çap kir. Rojnameyê behsa projeya “Xaçerêya aştîyê” ya serokwezîr kir, ku armanca wê rakirina bineazîyê û başkirina têkilîyên bi cîranan re ye.
Me ragihandibû ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi rojnameya yûnnîye “Kathimerini” re hevpeyvînek kirîye û têda behsa rola Tirkîyayê ya li herêmê, endamtîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, têkilîyên Yekîtîya Avropayê, derfetên ku ji alîyê “Xaçerêya aştîyê” ve tên dayîn û ya nû, kalîteya hevkarîya leşkerî-têknîkî ya bi Yûnanistanê re. Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku em biryarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv asteng nakin, lê em beşdarî wan nabin, destnîşan kir ku Ermenîstan ji bo sazkirin û pêşvebirina têkilîyên berjewendîdar bi hemû hevkaran re vekirî ye, hûrgilîyên peymana hevkarîya leşkerî-têknîkî ya di navbera Ermenîstanê û Yûnanistanê de hat îmzekirin da.