H’emû nûçeSereke

Pêşnîyarkirina ku statûsa kandîdata Yekîtîya Avropayê bidine Ermenîstanê, wê eşaretîke girîngbe: raporta “Tora dostên Ermenîstanê”

Destpêka dîyaloga dora azakirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda wê bona kûrkirina pêwandîya gaveke girîngbe.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda koma bi serkarîya serokwezîrê Danîyayêyî berê û sêkrêtarê NATO ê yî berê, Andêrs Fog Rasmûsên, ya bi navê “Tora dostên Ermenîstanê” raporta xweda dane dîyarkirinê.

Hatîye gotinê,wekî azakirina vîza wê guhartineke kifş bona cimeta Ermenîstanê bîne, çimkî  kontaktên di navbera merivada gelekî girîngin.

Raportêda hatîye dîyarkirinê,wekî Yekîtîya Avropayê gerekê bide kifşê, ku amadeye statûsa kandîdata endamtîyê pêşnîyarî Ermenîstanê bike û ew yek wê bibe eşaretîya girîng.

Li gorî raportê, ew yek jî girînge ku mîsîya dewleta Ermenîstanê bê çareserkirinê: cimeta ermenî bi êkonomîkî pêşda here, saxlemîxweykirin pêşkeve, li welêt qanûn cîhê bilinddabe û mafên mêriv bêne parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button