H’emû nûçeSereke
Raporta koma bi serkarîya Andêrs Fog Rasmûsên bang dike ku piştgirîya sîyasî û matêrîyalî bidine projeya “Xaçerêya aşîtîyê”
Tunebûna qayîlnivîsara derheqa aşîtîyêda, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê bona înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê”, bona învêstîsîyayên nava wêda, çetinaya pêşda neyne.Ew yek dikare sertbûna hal bide zeyîfkirinê û aşîtîyê bide nêzîkkirinê.
Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê ragîhandîye û daye dîyarkirinê,wekî ew yek nava raporta koma bi serkarîya Rasmûsên hatîye raberkirinê.
Bi axaftina derheqa projeya “Xaçerêya aşîtîyê”, hatîye dîyarkirinê,wekî vekirina rêyên transportê gerekê li ser prînsîpa wekehevtîyê û serbixwetîyê bê mîyaserkirinê.