Rûsîya nava axaftinên dîplomatîda têrmîna “Korîdora Zangêzûrê” nade xebatê: Zaxarova
Fêdêrasîya Rûsîyayê bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dike ku ji axaftinên agrêsîv xwe dûr bigrin û xwezeftkirinê bidine kifşê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wekîla fermî, ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê wextê birîfîngê gotîye, dema ku ewê derheqa wan nivîsarên nava çapemenîya ermenî û azêrîda xeberdaye, bi kîjana hatîye dîyarkirinê,wekî pêşerojêda li ser sînorê ermenîya-azêrîya dikare halê leşkerîyî sert pêşda bê.
“Dewekarîyên têrîtorîyal gerekê nava çarçoveya dîyaloga sîyasî û dîplomatîda bêne rastkirinê.Pirsên anklava jî gerekê nava çarçoveya şuxulkarîya komîsîya dualîda bêne helkirinê.Em sirîya xweda amadene piştgirîya bilind bidine wê xebatê û xerîta raberkin”,- Zaxarovayê gotîye.
Wekîla fermî, ya wezîreta Rûsîyayêye karên der gotîye,wekî Fêdêrasîya Rûsîyayê nava axaftinên dîplomatîda têrmîna “Korîdora Zangêzûrê” nade xebatê. Gilî derheqa rêdane, ya ku nehîyên Adiribêcanêye rojavayê nava Ermenîstanêra dighînine Nexçêvanê.