H’emû nûçeSereke

Têkilîya Adirbêcanê û Pakîstanê ji bo Hindistanê xeter e: divê Nû Dêylî bi Yêrvanê re tifaqa xwe xurt bike: Eurasia Review

Dostanîya Ermenîstanê û Hindistanê her ku diçe taybetmendîyên hevkarîyeke stratêjîk distîne. Ev ji bo her partîyek bi cînarên nedostan re girîng e. Derheqa wê yekêda Eurasia Review  ê nivîsîye.

Ji sala 2020 î vir ve, di danûstendinên bazirganî de zêdebûneke bilez heye. Di salên  2022-2023 a de qebareya bazirganîyê 134 mîlyon dolar bû, bêyî îtxalata çek û alavên leşkerî ji Hindistanê (bi kirîna çekan ve, gera bazirganîyê nêzîkî 360 mîlyon dolar bû).

Hindîstanê bi nirxê 61,3 mîlyon dolarî û bi 72,8 mîlyon dolarî hinarde kirin. Hindistanê bi giranî hilberên derman, kevirên nîvbiha, titûn, hilberên goşt, alavên navîgasyonê hinarde dikir.

Ermenîstanê bi giranî zêr, kevirên giranbiha, mêtal, çerm, der anîye. Di navbera Ermenistanê û Hindistanê de çêkirina qebareyeke bazirganîyê û girêdayîbûna zêdetir ji Ermenîstanê re ne tenê di warê aborî de sûdmend e, lê nirxa wê ya gêopolîtîk jî zêde dike.

Li gel Îranê, Hîndistan jî ji ber dorpêçkirin û têkilîyên xirab yên bi Adirbêcanê û Tirkîyayê re û her wiha têkçûna têkilîyên bi Rûsyayê re, girîngtirîn hevalbendê Ermenistanê di cîhanê de ye.

Hindistanê di van salên dawî de di mijara Qerebaxa Çîya de helwesteke zelal girtîye. Hindistanê çek firot hêzên Ermenîstanê û opêrasyonên leşkerî yên Adirbêcanê şermezar kirin. Ev qet ne tesadûfî ye. Têkilîya Adirbêcanê ya demdirêj bi Pakîstanê re raste-rast berjewendîyên Hindistanê dixe xeterê.

Wekî din, Qafqasya Başûr herêmeke sereke ye ku Hindistan plan dike ku rêyek veguheztinê ya girîng, korîdora veguhastinê ya navneteweyî ya Bakûr-Başûr biafirîne, ku dê fersendek peyda bike ku bi Avropa û Rûsyayê ve bê girêdan. Ew projeyeke mûltîmodal e ku veguheztina derya, rê û trênê bi hev re dike. Ermenîstanê piştgirî da vê projeyê.

Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokkomarê Tirkîyayê Êrdogan bi eşkere li ser îhtîmala çêkirina vê korîdorê axivîn, ji ber wê jî rayedarên Îranê ji bo rêgirtina li ber êrişeke muhtemel ya azêrî hêzên leşkerî li ser sînorê Ermenîstanê zêde bikin.

Pêvekirina Qerebaxê ji alyê Adirbêcanê ve di sala 2023 de, di nihêrîna pêşîn de ji bo berjewendîyên aborî yên Hindistanê felaketek xuya dike, ji ber ku ew bi potênsîyal korîdora Bakûr-Başûr, ku bi kêrî Çînistanê û Pakistanê tê, xera dike. Avantaja sereke ya korîdora Bakûr-Başûr ew e ku dê Hindistan bikaribe Pakîstanê derbaz bike û xwe bigihîne Rûsyayê û Asyaya Navîn.

Serkeftina Adirbêcanê li Qerebaxê dikare bibe sedema nîgeraniyê li Nyû Dêlîyê di çarçoveya nêzîkbûna di navbera Adirbêcanê, Pakîstanê û Tirkîyayê de. Di van salên dawî de, her sê welatan têkilîyên leşkerî-sîyasî yên nêzîk ava kirin. Tirkîya û Adirbêcanê di mijara Kaşmîrê de piştgirî dan Pakîstanê.

Tifaqa Hindistan-Îran-Ermenîstanê û her wiha îtîfaqa Hindistan-Fransa-Yûnanistan-Ermenîstan dikare bibe bertengeke baş li hemberî îtîfaqên ku Tirkîya Erdogan çêkirîye ku sîyaseta derve ya nêoosmanî pejirandîye.

Têkiliyên Hindistan-Ermenîstanê dibe ku di pêşerojê de ji nişka ve geş bibin ji ber ku di warê bazirganî, parastin, têknolojî, binesazîyê û tûrîzmê de potênsîyelek heye. Divê yekîtî stratêjîk û berfireh bibe. Hindistan dikare alavên leşkerî yên pêwîst ji bo nûjenkirina hêzên çekdar yên Ermenistanê peyda bike. Ji bilî vê, hevkarîya parastinê divê tetbîqatên hevpar, perwerdeya leşkerî ya artêşa Ermenîstanê ji alîyê pisporên leşkerî yên Hindistanê û şîretên li ser rêformên lojîstîkî û têknîkî pêk bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button