H’emû nûçeSereke

Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê wê 92,3 milyon yuro deynê buçeyê û 16 milyon yuroyê alîkariyê bide Ermenîstanê: armanc  eyanin

Hukumetê di civîna xweye 28 ê adarê de, peymana fînansa ya di navbera Ermenîstanê û banka navdewletî ya nûavakirin û pêşketinê de “Opêrasyona duyem ya sîyaseta pêşkeftina kesk, berdewam û berfireh” pejirand.

Di hincet de tê gotin ku di navbera Komara Ermenîstanê û banka navnetewî ya nûavakirin û pêşketinê de, tê plankirin ku peymana fînansekirina bûcêtîyê ya “Opêrasyona duyemîn ya sîyaseta pêşkeftina kesk” bê îmzekirin. Plan dikin ku bi nirxê 92.300.000 yûro û 16.000.000 mîlyon dolarên amêrîkî “Têsîsa global ji bo fînansekirina tercîh” bide Komara Ermenîstanê.

Fonda piştgirîya byûcêtîyê dê ji bo fînansekirina kêmasîya byûcêya dewletê ya sala 2024 a bê birin, ji ber vê yekê wergirtina di wextê xwe de fondên krêdîyê ji hêla fînansekirina lêçûnên ku di katêgorîyên byûcêya dewletê de têne peyda kirin pir girîng e.

Di çarçoveya projeyê de, bi taybetî, ev e:

Teşwîqkirina kêmkirina guheztina avhewa û adaptasyonê û başkirina çarçoveya rêziknameyê ji bo rêveberîya jîngehê.

Qewînkirina wekhevîyê û pêşvebirina pêşkeftina sermayeya mirovî.

Qewînkirina karîgerîya çarçoveya dijî gendelîyê û sêktora dadwerîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button