SerekeSîyasî

Dengê kurdên Tirkîyayê dikare nava hilbijartinên serokbajarê Stembolê bibe yê birîyarkir, ku kandîdatê partîya Êrdogan derbaz nebe

Gelek kurdên ji Tirkîyayê amade dibin ku aminaya xweye hindava partîyayê daynin alîkî û piştgirîyê bidine wî kandîdatê nava hilbijartinada, yê ku dijî kandîdatê partîya desthilatdare. Derheqa wê yekêda lêpirsîn şedetîyê didin: ekathimerini dinivîse.

Wextê hilbijartinên sala 2019 a, cimeta ku piştgirîya partîya DEM ê dike roleke mezin lîstin, bi saya kîjana kandîdatê ji partîya Êrdogan derbaz nebû. Feqet, wextê hilbijartinên gulana derbazbûyî, opozîsîya bin ket û rûyê wê yekêda atmosifêra sîyasî hate guhartinê.

Lêpirsînên li Stembolê didine kifşê, wekî Îmamoglû û kandîdatê ji partîya desthilatdar şerkarîyê dikin, lê kandîdatê ji partîya DEM ê paş maye.Vê yekê piştgirên partîyayê dudilî kirîye.

Em bêjin wekî DEM  partîya sêeme û ew  peyîhatîya HDP ê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button