SerekeSîyasî

Li Efrînê 4 kes ji alîyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Rêxistina mafên mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar ya bi navê “Polîsa leşkerî” roja 26 ê adarê welatîyê bi navê Mistefa Îbrahîm yê ji nehîya Mabeta revand, ku berî rojekê ji herêma Şehbayê vegerîyabû Efrînê.

Dîyar kir jî, roja 25 ê adarê Şêx Mihemed Îsmaîl ji mala xwe ya li taxa Eşrefîyê ya Efrînê hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne dîyar e.

Herwiha roja 17 ê adarê jî welatîyê bi navê Farûq Mihemed Şêxo li nehîya Mabeta ji alîyê polîsa sîvîl ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne dîyar e.

Rêxistina mafên mirovan li Efrînê ragîhand jî, welatîyê bi navê Mihemed Eslan ji roja 11 ê adarê ve ji alîyê polîsa leşkerî ve hatîye revandin û heta niha çarenivîsa wî jî ne dîyar e.

Şeş sal di ser dagîrkirina herêma Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve derbaz dibin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cîh û warê xwe berdin û koçber bibin, welatîyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button