H’emû nûçeSereke

Rûsîya  rast nake ku Ermenîstanê dixe rewşeke wisa dema ku neçar e yan Moskovayê yan jî Bryûsêlê hilbijêre: Alêksanr Rar

Ez wisa difikirim ku hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê berî her tiştî wê bandoreke neyînî li ser têkilîyên Ermenîstanê û Rûsyayê bihêle. Pisporê avropî yê welatên Hevalbendîya Welatên Serbest û mijarên ênêrjîyê Alêksandr Rar di axaftina xwe ya bi News.am ê re  gotîye.

 “Li gorî min şaşîya ku Rûsîya û Yekîtîya Avropayê di van 10 salên dawî de kirine ew e ku welatên mîna Ermenîstanê, Ûkraynayê, yan jî wek mînak Bêlarûsê xistine rewşeke wisa ku neçar in di navbera du alîyan de hilbijêrin, yan Moskovayê, yan jî Bryûsêlê. Û ev yek jî dibe sedema rû bi rûbûnê, rewşê diha aloztir dike.

Ji ber vê yekê, heger çareserîyeke din bê dîtin ku bikaribe bi hemû alîyan re hevkarîyê bike, ew ê ji Ermenîstanê re hêsantir bike ku ne tenê di vê hawîrdora pir dijwar de, heke cînarên weha hebin, di heman demê de pêşkeftinê jî hêsantir bike”,-ewî gotîye.

Rar fikir elam kir, ku seroketîya Ermenîstanê bi tevahî fêm dike û divê fêm bike ku piştgirîya Bryûsêlê ji hêla stratêjîk ve ye, armanc ew e ku ne tenê alîkarîya Ermenîstanê bike, di heman demê de armanc dike ku Rûsîyayê û Çînistanê îzole bike û bigire, ji ber ku ev welat wekî hevalbendên Rojava têne dîtin û dijberên Yekîtîya Avropayê li herêma piştî Sovyêtê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button