Rûsya wê mêxanîzma ku Hindistanê-Yûnanistanê-Ermenîstanê çêkirîye hez neke: sîyasîzanê hind
Li himber mêxanîzma Pakîstan-Adirbêcan-Tirkîya mêxanîzma Hindistan-Yûnanistan-Ermenîstan dirûst dibe, mêxanîzma Hindistan-Yûnanistan-Ermenîstan dikare li Qafqasîya Başûr bibe hêzeke hevsengîyê ku Rûsya jê hez nake. Li ser vê yekê “Ermenîstan wekî xaçerêya şaristanîyan”di konferansa têkilîyên dîrokî û çandî de 28 ê adarê de zanyarê sîyasî yê hindî Mahêş Rancab Dêbatan gotîye.
Ewî anî bîr ku piştî şerê li Qerebaxê û nêzîkbûna Tirkîyayê û Pakîstanê di mijara Keşmîrê de, Ermenîstanê û Hindistanê peymana şandina çekan îmze kirin. Pispor destnîşan kir ku Nyû Dêlîyê û Yêrêvanê bi hev re hevkarîyek sûdmend ava kirine. Hindistan bazara xwe ya hinartina çekan fireh dike û Ermenîstan jî mecalên parastinê peyda dike. “Peymana di navbera Adirbêcanê û Pakîstanê de derbarê şandina firokeyên şer ji bo Bakûyê bandorê li qada ewlekarîya Ermenîstanê û Hindistanê jî dike”,- ewî daye kifşê.
Heman demê de Mahêş Rancan Dêbatan behsa girîngîya zêdekirina danûstendina salane ya di navbera Ermenîtanê û Hindistanê bo mîlyardek dolaran kir. Ew hêvî dike ku serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî serdana Ermenîstanê bike, ku dê têkiliyan berbi astek nû bilind bike.