H’emû nûçeSereke

Tirkîyayê tu cara komkujîya Ermenî nas nekirîye û li Qafqasîyayê rojeva pantyûrkîzmê berdewam dike: înstîtûta Lêmkîn

Tirkîyayê tu cara komkujîya Ermenî nas nekirîye û li Qafqasîyayê rojeva pantyûrkîzmê berdewam dike û rastî tehsîra civaka navneteweyî nayê.Derheqa wê yekêda seroka beşa înstîtûta Lêmkîn, ya pêşîgirtina komkujîyê, Êlîza fon Yodên-Forgînê gotîye.

Ewê daye dîyarkirinê,wekî dîroka cimeta ermenî, dîroka komkujîyê û pêşîgirtina wêva girêdayîye.

Pisporê bîr anîye wekî ermenî cimeta ewlinin, ya ku rastî komkujîya wedê niha hatîye. “Li ser bingeha çêbûna gotina “komkujî” û xebatên înstîtûta Lêmkîn ew bûyarin, yên ku destpêka sedsala 20 î  rastî ermenîya hatine.Ermenî mecbûr bûne sed salî bona naskirina komkujîya Ermenî şerkarîyê bikin”,- ewê gotîye.

Bi qîmetkirina wê, qeyde-qanûnên dinîyayê, yê piştî şerê hemcîhanêyî duem sazbûyî, hildiweşe û wedê împêryalîzma nû çê dibe. Bûyarên li Qafqasîyayê û Asîya Navîn bûyarên sedsala 19 a tînin bîra pisporê, dema ku prînsîpa “parçeke û kontrolke” dişuxulîn.

Bi gotina wê, li ser vê fonê Ermenîstan ne ku dijî Rûsîyayê, yan jî Rojavayê dişuxule, lê bi rîya sêem pêşda diçe û dicedîne bibe xaçerêya sîvîlîzasîyayê. “Ermenî ji sîvîlîzasîya kevinarin û ew zanin çawa atmosifêra dora xwe bidine balanskirinê.Ermenîstan ji wan welataye, yê ku dicêribîne dijî guhartinên xirabe li dinîyayê tehsîr bike”,- Êlîza fon Yodên-Forgînê  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button