Belê, ez radigihînim ku hevalbenda me Rûsîya dema here krîtîk de me hişt û ev rastîyek e:Alên Sîmonyan

Dema ku wede hat biparastana, Rûsîyayê em neparastin, me paşê dîsa hêvî xwest ku me biparêzin, paşê dîsa em xapandin û di dawîyê de jî hewl dan ku me bikşînin nav şerekî nû yê li ser axa Ermenîstanê, da ku bên Ermenîstanê “rizgar bikin. Derheqa vê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê weşana têlêvîzîyona Civakî, gotîye.
“Dibe ku kesek li dijî Rûsyayê yan jî kesek li himber kesekî tiştekî nake. Her tişt ewqas zelal e ku zarok jî dikare şirove bike. Hevaleke me hebû, hevalbendek ya ku gerekê me biparasta. Birayê mezin, wek ku ewana hiz dikin bêjin, dema ku wextê parastina me hat, em neparastin. Ewê em tenê hiştin, û bi kêmanî em bi tenê hiştin, eger ne bi zanîna xwe.
Paşê me careke din hêvîya xwe anî ziman ku ew ê me biparêze û fikirîn ku dibe ku dem hatîye. Paşê dîsa em xapandin, em xapandin, xapandin û di dawîyê de jî ji bo ku bên Ermenîstanê “rizgar bikin” hewl dan ku me bikşînin nav şerekî nû ji xwe li ser axa Ermenîstanê. Belê, ez radigihînim ku hevalbenda me Rûsîya dema herî krîtîk dest ji me kişand û ev rastîyek e”,-Sîmonyan gotîye.
“Ermenîstanê beşdarbûna xwe ya di Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de qerimandîye, heta ku em fêm bikin ka ev rêxistin heye yan tune ye, ew kar dike, ji herêma me derdikeve, dê bi kêmanî bang li Adirbêcanê bike û bêje ku leşkerên li nêzîkî Cêrmûkê yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve, ji ber vê yekê hûn ne hewce ne ku hûn bên û binihêrin “,-Sîmonyan gotîye.







