H’emû nûçeSereke

Bi vê vêrsîyonê re pirsgirêkên me yên eşkere hene û pergala ewlehîyê naxebite û nexebitîye: serokê parlamêntê

Em ji yek tiştî piştrast in ku bi vê versiyonê re pirsgirêkên me yên eşkere hene û pergala ewlehiyê naxebite û nexebitîye. Derheqa vê yekêda serokê  parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê weşana têlêvîzîyona Civakî,  elam kirîye,  ku heger  nobedarên rûs ji Ermenîstanê derkevin, Tirkîyayê  li vir şûna Rûsyayê bigire.

“Mûxalefet li ser prînsîpa ku ji bo welat xirabtir be, ji bo wan baştir e tevdigere, dixwazin heta ku dibe bila bibe ji bo îktîdarê xirab bibe.Ev ji bo min di derbarê helwesta wan de aksîomek e.Em ji yek tiştî piştrast in ku bi vê vêrsîyonê re pirsgirêkên me yên eşkere hene û pergala ewlehîyê naxebite û nexebitîye.Niha em bi heman otomobîlê bê firen ajotina xwe bidomînin, bi hêvîya ku em ê pê li pê bikin û pêvajo demekî raweste.Me timî zext kir, me berê xwe da Fêdêrasîyona Rûsyayê, me berê xwe da Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, em carekê çûn, me pirsî, me lava kir, me got em ji her tiştî re amade ne, me kaxezek anî, me got  vira tiştek,heye. Ne dîyar e ku ev yek nexebite. Niha em hewl didin bi her awayî welatê xwe biparêzin, û ji min re xelet xuya dike ku em bi vê yekê tawanbar bikin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button