H’emû nûçeSereke

Borcdarîya me heye ku em nava şerkarîya dijî agrêsor piştgirîyê bidine Ermenîstanê: Ann-Lorans Pêtêl

Bi fikir seroka koma dostîyê, ya koma parlamênta Fransîyayê, ya dostîya Fransîyayê û Ermenîstanê Ann Lorans Pêtêlê, Fransîya gerekê piştgirîyê bide parastin û serbixwetîya Ermenîstanê.

Bi gotina wê, Fransîya nava goveka parastinêda bûye hevkara Ermenîstanê û ew yek îzinê dide Ermenîstanê ku pêwandîyên tevî Adirbêcana agrêsîv bide balanskirinê.

Wextê hevpevyîna tevî “Armênprêss” ê, Pêtêlê derheqa kirinên Fransîyayêye nava helkirina pirsgirêka Qerebaxê û cêrge govekên mayînda xeberdaye.Ewê bang kirîye wekî paşdaçûyîna binelîyên Qerebaxê bê çareserkirinê û agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê şermezar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button