Ermenîstanê cara ewlin beşdarî berevbûna serokên parlamênta, yên welatên Yekîtîya Avropayê, bibe: Alên Sîmonyan

Wextê hevpeyvîna li têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye,wekî Ermenîstanê cara ewlin beşdarî berevbûna serokên parlamênta, yên welatên Yekîtîya Avropayê bibe, ya ku wê nîveka meha nîsanê li Îspanîyayê pêk bê.
“Ermenîstan cara ewlin hatîye vexwendinê /teglîfkirinê/ û heger ez şaş nabim tu welatekî Sovyêta berê ew vexwendin nestendîye û nêzîkbûna vî cûreyî li ser dereca bilinde”,- Sîmonyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo Ermenîstanê bibe kandîdata endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda, Sîmonyan gotîye wekî Ermenîstan, cimeta Ermenîstanê û dêmokrasî îdî zûva wê sîstêma dêmokrasîyêra derbaz bûne û ew yek him li nav Ermenîstanê û him jî ji Ermenîstanê der usa tê qebûlkirinê.
“Bona min femdarîye wekî bona me ew rê ya here raste, bi kîjanê em gerekê herin. Em gerekê fem bikin ku ew pêvajo çi cûreyî tê kirinê û gelek tiştî gerekê em bikine gorî standartên avropî.Belê, eva ew sîstêma qîmetîyaye, berbi kîjanê em gerekê bicedînin û herin”,-ewî gotîye.







