H’emû nûçeSereke

EurActiv: her çiqas têkilîyên sîyasî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de xirab bibin jî bazirganîya dualî pêş dikeve 

Tevî têkçûna têkilîyên sîyasî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de, bazirganîya dualî geş dibe. Derheqa wê yekêda malpera nûçeyan ya Avropayê EurActiv dinivîse.

Piştî toleyên li dijî Moskvayê, hinardekirina Ermenîstanê bo Rûsyayê sala 2022 a de sê qat zêde bû û di navbera çile û tebaxa sala 2023 a de du qat zêde bû.

Tevî ku têkilîyên sîyasî yên Ermenîstanê bi Rûsyayê re di van çend salên dawî de gelek xirab bûne, bazirganîya dualî ya bi Rûsyayê re geş bûye.

Sala 2023 a de, bazirganîya bi Rûsyayê re ji 35 selefê bazirganîya derve ya welêt pêk tê, di heman demê de para Yekîtîya Avropayê ji tevahî 13 selef bû.

Li gorî komîtêya îstatîstîkê ya Ermenîstanê, bazirganîya di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de  sala 2022 a de  du qat zêde bûye û bûye 5,3 mîlyard dolar, ku di sala 2023 a û mehên destpêkê yên sala 2024 a de bi lez û bez dewam kirîye. Zêdebûna îxracata Ermenîstanê ya ji bo Rûsyayê bi giranî ji ber dubare hinardekirina kelûpelên ji welatên sêyemîn e.

Li gorî daneyên Oganîzeya Netewên Yekbkûyî Comtrade di lîsteya kelûpelên ku di van du salên dawî de ji Ermenîstanê bo Rûsyayê hatine hinardekirin têlêfonên destan, kompyûtêr û amûrên din hene. Ji nû ve hinardekirina  zêr jî di mehên dawî de zêde bûye.

Meha mijdarê de, alîkarê wezîrê derve yê Amêrîkayê Cêyms OBrayên pesina rêformên ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatine girtin, nirxand, ku rê dide rêveberîya Amêrîkayê ku çavdêrîya bazirganîya bi Rûsyayê re bike.

Adara sala 2024 a de, parlamênta Avropayê jî ezmûna giştî ya hevkarîya Ermenîstanê ya di bin sîzayan de erênî nirxand.

Parlamênta Avropayê dîyar kir ku tevî zêdekirina hinardekirina Rûsyayê jî, nûnerê taybet Yektîya Avropayê yê li ser toleyan tu nîgeranîya xwe derbarê hevkarîya rayedarên Ermenîstanê bi Yektîya Avropayê re ji bo pêşîgirtina li dorpêçkirina toleyan nîşan nedaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button