
Balyoza Amêrîkayêye li Îraqê Alîna Romanovskî li ser tora civakî ya X ê nivîsîye: “Bi serok Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, me danûstandin li ser hilbijartinên parlamana Kurdistanê di berjewendîya Herêma kurdistanê û welatîyên wê de kir”.
Balyoza Amêrîkayê li Îraqê herwesa gotîye: “Pêxemetî birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî paqij û şefaf di nêzîktirîn dem de, min PDK pal da ku bi tevaya partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re kar bike”.
Pêştir endamê mekteba sîyasî ya PDK yê û berpirsê mekteba rêxistinê ya PDK ê ya Dihokê Serbest Lezgîn jî ji K24 ê re ragehandibû: “Helwesta PDK ê nehatîye guhertin û em tekezê li ser dawî ragehandina mekteba sîyasî ya partîya xwe dikin û em bi vî awayê niha tevlî hilbijartinên parlamana Kurdistanê nabin”.
Herwesa berpirsê lîqa çara ya PDK ê Arî Hersîn jî îro ragîhand: “Ew hilbijartinên ku biryar bên kirin pêştir di qazanca alîyekî derve de hatine dîzaynkirin û pilankirin”. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmekê de wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya parlêmana Kurdistanê dîyar kir.







