H’emû nûçeSereke

Berhemên ermenî li sûkên bi standartên bilind gerekê bên bikaranîn: parlamêntvan

Ermenîstan wek dewlet hindarkirina eşîyayên xwe yên îxrackirî baştir bike û hewl bide her tiştî bike da ku kelûpelên me ne tenê li sûkên klasîk, lê li sûkên bi standartên bilind de jî bên xerckirin.Em niha li ser dixebitin.

Derheqa wê yekêda endamê  partîya “Peymana sîvîl” ya li parlamêntê Vaxarşak Hakobyan  axaftina xwe ya li rojnamevanan re  da kifşê.

Li ser pirsa gelo karbidestên Yektîya Avropayê daxwazê ​​ji Ermenîstanê dikin ku girêdayîbûna xwe ya aborî bi Rûsyayê kêm bike, parlamêntvan got: “Divê em pirsgirêkê di warê cihêrengkirina sûkan de binirxînin.Niha hukumeta me pê va mijûl dibe, ev jî gelekî normal e ku em xwe nespêrin xalekê. Lê divê em jî nehêlin ku girêdayî xalekê bibe girêdayî xalek din. Ew garantî ye ku di vê rewşa dijwar ya gêopolîtîkî de, aborîya me dê normal bixebite.

Divê em vê pêvajoyê ne di berevajî de, lê bi hev re binirxînin. Mînak Ermenîstan endama Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ye, lê têkilîyên me bi Yekîtîya Avropayê re pir baş in. Têkilîyên me bi hemû hevkarên me yên rojavayî re, bi hevkarên Rojhilata Navîn re, bi cînara me Îranê re jî pir baş in. Her wiha em dikarin di hevkarîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Îranê de bibin derîyekî mezin”,- parlamêntvan gotîye.

Li gorî wî, di vê şîroveyê de Ermenîstan di rewşeke pir bi avantaj de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button