SerekeSîyasî

Demîrtaş bang li Erdogan dike: vîna gelê Wanê nas bike

Hevserokê berê yê HDP ê Selhedîn Dêmîrtaş yê ku ji 4 ê mijdara  sala 2016 a ve di zîndanê de bi peyamekê pîrozbahî li serkeftina DEM partîyê di hilbijartinên şaredarîyan de kir û derbarê biryara dadgeha cezayê giran ya 5 a Dîyarbekirê ya li hember Abdullah Zeydanê de, bang li serokkomarê Tirkîyayê kir ku “li hember vê însîyatîva neqanûnî ya ku îradeya çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya dîyalog û pêbawerîyê de têk dide, rawestînin.Peyama Selhedîn Demîrtaş wiha ye:

“Gelê me yê rêzdar, birayên min yên hêja,

Ez we hemûyan bi hesret hembêz dikim û silav û hezkirinên xwe yên ji dil dişînim. Ez ji dil û can pîroz dikim ji ber serkeftina we ya di hilbijartinan de bi piştgirîkirina îradeya me ya herî xurt bi taybetî li Wanê. Hezar car sipas ji bo ku hûn me rûmet û serbilind dikin. Ez sipasîyên xwe pêşkêşî hemû gelê me, xebatkarên partîyê û hevserokên me Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal dikim ku keda wan di vê serkeftinê de heye û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Gelê me bi vê helwesta xwe hucreyên me ronî kir û bi îsrara xwe ya azadîyê nexşeya rêya sîyasî ya dema pêş xêz kir. Lê dîyar e ku hê jî yên ku hurmeta îradeya bibiryar ya gel nagirin û dersên deh salên derbazbûyî negirtine hene. Dema em li gel hemû bêhiqûqîyan jî hewl didin rê li ber dîyalog û aştîyê vekin, hin kes bi îsrar li pey provokasyonan in.

Ji vir ve ez dixwazim bi rêya we xîtabî birêz serok bikim. Di şeva hilbijartinê de we dîyar kir ku hûn ê rêz li vîna gel bigirin û we peyam girt. Mixabin tişta ku li Wanê qewimî bi peyamên we re ne li hev e. Bi vî awayî rêzgirtina li vîna gel nayê girtin. Ne gel û ne jî Xwedê vê yekê qebûl nakin. Em hêvî dikin ku hûn ji destpêkê ve vê meylê rawestînin. Em ji we hêvî dikin ku hûn jî wek serokkomar, li hember vê însîyatîva neqanûnî ya ku îradeya çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya dîyalog û pêbawerîyê de têk dide, rawestînin.

Em bang li hemû gelê xwe, di serî de gelê Wanê, hemû hêzên dêmokrasîyê û partîyên sîyasî dikin ku li dijî vê bêhiqûqîyê bisekinin. Ev ne dema alozî û pevçûnan e, dema avakirina aştîyê ye. Divê hemû sîyasetmedar û yên ku welat bi rê ve dibin vî dengê gelê kurd bibihîzin. Gelê me wê li dijî zulmê heta dawîyê vîna xwe biparêze.

Em ji hemû gelê xwe û bi taybetî ji gelê Wanê re daxwazên xwe yên hevgirtinê, silavên germ û hezkirinê dişînin û hêvîdar in ku em we di sibeyek azad de bibînin.

Yan serkeftin yan serkeftin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button